Amarên nû yên Koronayê hatin belav kirin.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.
Li gor daxuyaniya wezaretê di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî hezar û 618 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Silêmanî hatiye tomarkirin ku 501 kese.
Wezaretê diyar kiriye ku di nava heman demê de bi giştî 2 hezar û 249 berketiyên berê jî baş bûne û 21 kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.
Heta niha li Kurdistanê bigiştî 302 hezar û 632 kes bi Koronayê ketine û 5 hezar û 491 kes jî canê xwe ji dest dane.
N: E: G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin