Belcîka hevkariya Kurdistanê dike

Belcîka di warê çandiniya organîk de hevkariya Kurdistanê dike.
کوردستان TV
100%

Şandeke Belcîkî serdana wezareta çandiniyê kiriye.

Şandeke odeya pîşesazî û bazirganî ya herêma Flanders ya Belcîkayê serdana wezareta çandiniyê û çavkaniyên avê ya hikûmeta Kurdistanê kiriye û ji aliyê wezîra çandinî û çavkaniyên avê Bêgerd Talebanî ve hatiye pêşwazîkirin.

Di civînê de şanda Belcîkî û wezareta çandiniyê ya herêma Kurdistanê behsa têkiliyên navbera Kuridstan û Belcîkayê kirine.

Wezîra çandiniyê ya hikûmeta Kurdistanê diyar kiriye ku Kurdistan dixwazê di warê çandiniyê de fêde ji ezmûna Belcîkayê werbigire û şanda Belcîkî jî amadebûna welatê xwe bo hevkarî kirina Kurdistanê bi taybetî di warê çandiniyê de diyar kiriye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.