Li Qeredaxê şewateke mezin derketiye

zirareke mezin ber jîngeha deverê ketiye.
کوردستان TV
100%

Zêdetir ji 20 hezar donim daristan şewitîne.

Birêveberatiya polîsê jîngehê ya li parêzgeha Silêmanî ragihand ku jiber sedemeke nediyar agireke mezin bi daristanên çiyayê Segreme û Gêlanave ya li devera Qeredax û Sengawê de ber bûye.

Di encama şewata han de zêdetir ji 20 hezar donim daristan û pûşên deverê şewitîne.

Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye gotin ku jiber şewata han zirareke mezin ber jîngeha deverê ketiye û hêzên hawar hatinê û yên agir vemirandinê jî karîne bilez şewata han kontrol bikin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.