Di warê siyasî û leşkerî de hevkariya Kurdistanê dike.
Îro şandeke dîplomatîkî û leşkerî ya Hengariyayê li gel Cîgirê Serokê herêma Kurdistanê Şêx Cefer Şêx Mistefa civiyaye.
Di civînê de her du aliyan behsa rewşa heyî ya li Kurdistan û Îraqê bi taybetî liv û tevgerên DIŞIê li hin navçeyên Îraq û deverê de kirine.
Her di heman civînê de behsa têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û Hengariyayê jî hatiye kirin û şanda Hengarî tekez li ser berdewamiya hevkarî û piştîvaniyên dîplomatîkî û leşkerî yên Hengariyayê bo Kurdistanê kiriye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin