Erbil 38°C Tuesday 19 Aug 01:57

Civata wezîran nîqaş li ser projeyekê kir

hefteya pêş, projeya mafên mirovan tê pejrandin.
کوردستان TV
100%

Ev proje taybete bi mafên mirovan.

Îro bi Serokatiya Serkwezîr Mesrûr Barzanî, civata wezîran civiya û piştî bi dawî hatina civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de li ser hesabê xwe yê fermî wisa nivîsandiye;

Îro çarşem 8ê Cotmeha 2021an me gerînendetiya civîna civata wezîran ya herêma Kurdistanê kir.

Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî jî têde beşdar bû, bernivîsa proje qanûna ( serpereştî kirina projeyên çandiniyê li herêma Kurdistanê de) ji aliyê wezîra karûbarên çandiniyê Bêgerd Talebanî ve hate pêşkêşkirin û piştî giftûgo û lihev veguhastina nêrînan û pêşkêş kirina çend pêşniyaran ji aliyê civata wezîran ve, bi piraniya dengan proje hate pejrandin û pişt re jî bo ku bikeve meriyetê bo parlementoyê tê şandin. Ev proje qanûna han bo dîtina derfetên karî bo kesên ku beşê çandiniyê, vîtenerî û kesên ku heta niha nehatine damezrandin xwendine, xwedan roleke girînge, herwiha dibe sedema vejandin û pêşde birina projeyên çandiniyê di bin çavdêriya xwedanên karînên zanistî ku ev jî beşek ji bernameya karî ya kabîneya hikûmetê ye.

Di rojeva duyem ya civînê de ji aliyê organîzatorê karûbarên navnetewî Dîndar Zêbarî ve pilana nîştimanî ya herêma Kurdistanê bo mafên mirov bo salên 2021 heta 2025an hate pêşkêşkirin û weke beşeke ji pêbendiya hikûmeta herêma Kurdistanê, bi pilana nîştimanî ya fedralî ku li ser esasê wan rêkeftinên navnetewî yên ku Îraq îmze kiriye, bi liber çav girtina têbîniyên rasipardiyên saziyên navnetewî ku armanc ji wan goncandina zagonên herêma Kurdistanê ye li gel peymanname û rêkeftinên navnetewî û ew maf û azadiyên ku di nava destûra fedralî de.hatine diyarkirin.

Rixmî beşdarî kirina herêmê di çarçoveya şandênn fedralî di giftûgo û pêgehên navnetewî yên taybet bi mafên mirovan û bihêztir kirina dezgehên herêmê bo cîhbicîh kirina raspardiyên navnetewî û pêşde birina rola jinan û pêkhateyên entînî û pêşwazî kirin ji aware û penaberên û destnîşan kirina aliyên têkildar yên bo cîhbicîh kirina pilana han.

Piştî diyar kirina çend têbîniyan, biryar hate dayîn di civîna hefteya pêşiya me de biryara dawî ya bo pejrandinê were dayîn û bikeve meriyetê.

N: E. G

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.