Erbil 38°C Tuesday 19 Aug 02:13

Şêniyên gundan bo xwe gundên xwe diparêzin

hêzên ewlekarî yên Îraqê nikarin wan gundan biparêzin.
کوردستان TV
100%

Baweriya wan bi hêzên ewlekarî yên Îraqê nîne.

Weke tê zanîn ev demêke li gundên ser bi devera Sergeran, ya ser bi Kerkûkê liv û tevgerên terorîstên DIŞIê zêde bûne.

Ev deverên han yên ku di destê arêşa Îraqê û çekdarên heşda şebî dene, di wan demên dawî de bûne qada liv û tevgerên terorîstên DIŞIê.

Hêzên ewlekarî yên Îraqê û çekdarên heşda şebî bi rojan di wan gundan de hatûçû dikin lê şevane ev gund dibin qada hatûçûya terorîstên DIŞIê.

Şêniyên wan gundan jî ku piraniya wan Kurdin, neçarin ku bişev bo xwe gundên xwe biparêzin jiber ku bawetiya wan bi çekdarên heşda şebî û hêzên ewlekarî yên Îraqê nîne.

Weke tê zanîn beriya çend rojan terorîstên DIŞIê êrîşî ser çend gundên deverê kiribûn û çend welatiyek jî birîndar kiribûn.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.