Pêşwaziya balyozê Siûdiyeyê li Bexdayê kir.
Îro Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Siûdiyeyê yê li Bexdayê Ebdulezîz Bin Xalid Şemerî kir.
Di civînê de balyozê Siûdiyeyê silav û rêzên Şahê Siûdiyeyê Şah Selman Bin Ebdulezîz û Cînişînê Siûdî Emîr Mihemed Bin Selmanî gehande Serok Barzanî û tekez li ser vê yekê kir ku, aramiya Kurdistan û Îraqê û Siûdiyeyê girînge.
Her di heman civînê de Serok Barzanî jî spasiya Siûdiyeyê kir ku, di şerê dijî terorîstên DIŞIê de piştîvaniya herêma Kurdistanê kiriye.
Di berdewamiya civînê de tekez li ser têkiliyên dostane û dîrokî yên di navbera her du aliyan û pêşde birina zêdetir ya têkiliyên han hate kirin.
Gef û metirsiyên terorê li ser rewşa deverê mijareke din ya civîna han bûne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin