Erbil 38°C Tuesday 19 Aug 07:03

Siûdiye dixwaze têkiliyên xwe li gel Kurdistanê bihêztir bike

Siûdiye girîngî dide aramiya Kurdistanê.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr li gel balyozê Siûdiyeyê civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê Siûdiyeyê yê li Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand:

Îro yekşem 12ê Îlona 2021an me pêşwaziya balyozê Siûdiyeyê yê li Îraqê Ebdulezîz Elşemerî kir.

Di civînê de me behsa rewşa giştî ya Îraq, deverê û têkiliyên nabvera herêma Kurdistan û Siûdiyeyê kir.

Balyozê Siûdiyeyê tekez li ser pere pêdana têkiliyên di navbera welatê xwe û herêma Kurdistanê kir bi taybetî pêşde birina hêlbirîna Siûdî li herêma Kurdistanê de û balkêşande ser vê yekê ku şahnişîna Siûdî bi girîngî ve li rola herêmê weke faktereke girîng ya aramiya deverê dimizîne.

Di beşeke din ya civînê de me jî amadebûna herêma Kurdistanê bo pere pêdana pir alî ya têkiliyan li gel Siûdiyeyê û hemahengî kirin li gel vê welatî bi mebesta bihêztir kirina têkiliyên dostane di navbera her du aliyan de kir.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.