Peyameke pîrozbayî pêşkêşî Patrîkê nû yê kilîseya Aşûrî ya Rojhilatê dike.
Îro Serok Barzanî jiber destbikar kirina wî weke Patrîkê nû yê kilîseya Aşûrî ya li Rojhilatê, peyameke pîrozbayî pêşkkêşî Patrîk Mar Awuayê sêyem kir ku ev jî naveroka peyamê ye;
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Ji ber destnîşankirina Patriyarkê nû yê kilîseya Aşûriyan ya Rojhilatê û cîhanê, pîrozbahiyê li Qedasetê Patriyark Mar Awuayê sêyem dikim û ji bo wî hêviya serkeftinê dixwazim.
Hêvîdarim destbikarbûna Qedasetê Patriyark Mar Awuayê sêyem bibê sedema pêşxistin û bihêztir kirina çanda bihevre jiyana aştiyane di navbera pêkhatan û aştî û aramiya li navçeya me û cîhanê de.
Her bi vê minasebeta han tekez li ser vê yekê dikim ku Kurdistan wekî tabloya xweşika pêkvejiyan û azadiya olî û bîr û ramanê dimîne û tihêzek nikarê wê aştî û xweşikî û pêkvejiyanê têkbide.
Mesûd Barzanî
13.09.2021
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin