Erbil 38°C Tuesday 19 Aug 07:05

Mesrûr Barzanî: Xwendin bingeha serekî ya pêşxistina civakê ye

dibêje lazime girîngiyeke zêdetir ji perwerdehiyê re were dayîn.
کوردستان TV
100%

Îro zengîla destpê kirina sala nû ya akademîkî lêda.

Îro sêşem 14ê Îlona 2021an li seraserê Kurdistanê sala nû ya akademîkî ( perwerdehiyê) destpê kir û Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî li debistanek bi navê debistana şehîd Îbrahîn li bajarokê Şeqlawayê zengîla destpêkirina sala nû ya perwerdehiyê lêda û gotarek jî pêşkêş kir.

Serokwezîr mesrûr Barzanî di destpêka gotara xwe de ragihandku spasiya berxwedana mamosteyan dikim ku tevî hebûna Koronayê û rewşa xirap a aboriyê, nehîştin proseya perwerdehiyê raweste.”

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî got: Mamosteyên birêz û xwendekarên xweşewîst, pîrozbahiya sala nû ya perwerdehiyê li we dikim. Gelekî dilxweş im careke din holên perwerdehiyê ji xwedekaran re hatin vekirin. Mixabin sala borî ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê, proseya perwerdehiyê bi awayekî asayî berdewam nebû. Li vir spasiya hemû mamosteyan dikim ku tevê wê rewşa tendirustî û aboriyê ya ne li bar, wan her hewlek dan ji bo proseya perwerdehiyê berdewam be. Spasiya Wezîrê Perwerde û hemû stafê sektora perwedehiyê dikin ku hewlên mezin dan da ku bi awayekî ciyawaz proseya perwerdehiyê berdewam be.”

Mesrûr Barzanî di berdewamiya gotara xwe de anî ziman ku wek hûn dizanin, hewleke mezin hat dayîn ji bo bi awayê eliktironî xwendin berdewam be, ev jî sîmayeke gelekî pêşketî ye bi berawirdkirina bi sîstema herêmê re. Wane hatin dirustkirin, bi awayekî ku xwedekar bikarin bi awayê eliktironî di xwendina xwe de berdewam bin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di beşeke din a gotara xwe de got: “Ji ber hemû pirsgirêkên hatine pêş Herêma Kurdistanê, çi di warê aborî û çi di warê tendirustî de, me nikarî wek çawa di bernameya me de hatiye cibicî bikin, lê hêvîdar im di qonaxên pêş de bikarin girîngiyeke zêdetir bidin perwerdehiyê. Tevî wê jî me xemsarî nekir û me pereyên pêwîst ji bo nûjenkirina dibistanan û dabînkirina keresteyên xwendinê ji xwendekaran re dabîn kirin û bi Wezareta Perwerdeyê re li ser xetê bûn.”

Diyar kir jî: “Me karî zêdetir ji 13 hezar xwendekarên dest ji xwendinê berdane vegerînin. Hêvî dikin jî ti xwendekarek ji proseya perwerdehiyê bêpar nemîne.” Got jî: “Di avakirina Kurdistanê de, me daxwaz kiriye her komelgeheke nişticihbûnê were avakirin, divê dibistaneke nû jî pê re were avakirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir: “Perwerde sîmaya pêşeroja welatê me destnîşan dike. Em hewl didin, xwedekarên me baştirîn awayê perwerdeyê werbigirin, ji bo di pêşerojê de nifşekî me yê tendirust, niştimanperwer û jîngehparêz hebe. Hûn xwendekar, pêşeroja welatê me ne, bi perwerde, zanist û hezkirina welat û hevdu, hûn dikarin welatekî bihêz avedan bikin û hûn dikarin rûbirûyî gendelî û her astengiyekê bibin.”

Herwiha got: “Li vir, ez careke din spasiya xweragiriya we dikim, spasiya xweragiriya mamosteyan dikim. Hêvîdar im hemû xwendekar serkeftî bin. Saleke xweş li pêş we be.”

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.