Şandeke komîteya qanûnê ya parlementoya Kurdistanê li Franseyê ye.
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Franseyê de, duhê bişev şanda komîteya qanûnê ya parlementoya Kurdistanî serdana navenda Senaya Franseyê kir û li gel endam û berpirsên komîteyên kemîneyan û Kurd civiya.
Di civînê de behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Franseyê, hevkariya navbera parlementoyên her du welatan û çend mijarên din hate kiirn.
Her di heman civînê de endam û berpirsên komîteyên parlementoya Franseyê behsa girîngiya têkiliyên navbera Franse û Kurdistanê kirin û ragihandin ku dostatiya Franseyê li gel gelê Kurdistanê girînge û berdewam dibe.
Rayedarên Fransî herwiha behsa rola hêzên pêşmerge di şerê dijî terorê de kirine û qehremaniya pêşmerge bilind nirxandine û soza berdewamiya piştîvaniyên Franseyê bo hêzên pêşmerge dubare kirine.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin