Erbil 38°C Tuesday 19 Aug 09:28

Fazil Mîranî: Refrandûm belgeyeke hertimiye bo serxwebûna Kurdistanê

dibêje kêşeya me li gel desthilatdarên Îraqê ye.
کوردستان TV
100%

Li gel hijmarek ji endam û kadiroyên PDKê civiya.

Îro sekreterê mekteb siyasiya partiya demorkata Kurdistanê Fazil Mîranî li gel hijmarek endam, kadiro û Yektîtiya ciwanan civiya û behsa çend mijaran kir.

Fazîl Mîranî di civînê de behsa rewşa siyasî ya giştî ya deverê, Îraq û Kurdistanê kir û anî ziman ku niha dever di nava qonaxeke gelek hesas deye, pêşhat û guhertin gelek bilez çê dibin.

Fazil Mîranî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa hilbijartinên parlementoya Îraqê û bandora encamên hilbijartinan li ser rewşa Îraq û Kurdistanê kiriye û ragihandiye ku referandûma ku ji aliyê PDKê ve bo serxwebûna Kurdistanê hatiye kirin belgeyeke hertimiye bo serxwebûna Kurdistanê.

Mîranî ev yek diyar kiriye ku berpirsên welatên deverê çi bixwazin anjî nexwazin heta pirsa Kurd bi rêbazên aştiyane û demokratîkî neyê çareserkirin vê rewşa deverê aram nebe.

Nav hatî tekez li ser vê yekê kiriye ku Îraqê kêşeya Kurd çareser nekiriye, di asta navxweyî de jî Îraq kêşeyên xwe hene, Kurd kêşeya xwe li gel Îraqê tuneye belku kêşeya Kurd li gel cureya hizir kirina desthilatdarên Îraqê heye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.