Erbil 38°C Tuesday 19 Aug 12:03

22 kesên din canê xwe ji dest dan

hijmara herî zêde li Silêmanî hatiye tomarkirin.
کوردستان TV
100%

 

Amarên nû yên Koronayê hatin belavkirin.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên nû yên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatan de li seraserê Kurdistanê bi giştî hezar û 253 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Silêmanî hatiye tomarkirin ku 471 kese.

Wezaretê herwiha diyar kiriye ku di nava heman demê de hezar û 547 berketiyên berê baş bûne û 22 berketî jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.