Erbil 38°C Tuesday 19 Aug 13:41

Çarenivîsa 9 welatiyên Kurd nediyare

şêniyên bajarê Pawe yê ne.
کوردستان TV
100%

Ji aliyê Tirkiyeyê ve dîportî Sûriyeyê hatine kirin.

Navenda mafên mirovan ya Hengawê belav kir ku, zêdetir ji 1 mehe çarenivîsa 9 welatiyên Kurd yên Rojhilatê Kurdistanê li Sûriyeyê nediyare.

Li gor daxuyaniya navenda Hengawê, ev welatiyên han şêniyên bajarê Pawe ya Rojhilatê Kurdistanê ne, û bi mebesta gehêştin bi Ewrûpayê çûne Tirkiyeyê lê ji aliyê hêzên Tirkiyeyê ve hatine girtin û dîportî Sûriyeyê hatine kirine.

Ev bûyer bi 4 rojan piştî dîport kirina 54 welatiyên din yên Başûrê Kurdistanê qewmiye.

Hengawê diyar kiriye ku heta niha çarenivîsa wan welatiyan nediyare.

Weke tê zanîn beriya demekê jî Tirkiye 54 welatiyên Kurd radestî komên cîhadî kiribû li bajarê Babê aku di destê komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê ve, lê bi hewldanên hikûmeta Kurdistanê ew welatiyên han bo başûrê Kurdistanê hatin vegerandin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.