Di nava hefteyekê de 4 Kolber hatine kuştin.
Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê, duhê bi şev li devera Dolebê ya ser bi Serdeştê ya li Rojhilatê Kurdistanê hêzên çekdar yên Îranê, êrîşî ser karwanek ji Kolberên Kurd kirine.
Di encama êrîşa han de Kolberekî Kurd yê temen 39 sal bi navê Omîd Mihemedî hatiye kuştin.
Omîd Mihemedî ku guleyek ber serê wî ketiye û canê xwe ji dest daye, bavê 3 zarokan bûye û xelkê gundê Gireweyis bûye.
Heta niha termê wî radestî malbeta wî nehatiye kirin.
Hengawê herwiha diyar kiriye ku di nava 7 rojan de ev 4mîn Kolbere ku ji aliyê çekdarên rejîma Îranê ve têne kuştin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin