Erbil 38°C Tuesday 19 Aug 15:53

Nêçîrvan Barzanî: Mijara Kerkûkê cidiye û pêdivî bi çareseriyê heye

dibêje lazime çareserî li gor destûrê were dîtin.
کوردستان TV
100%

Qala vegera PDK bo Kerûkê dike.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyeke taybet ji ji Kurdistantv re ragihand ku mijara Kerkûkê mijareke cidiye û pêdiviya xwe ya bi çareseriyê heye.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê vegera Partiya demorkata Kurdistanê ya bo Kerkûkê û vekirina navendên PDK û destpêkirina propagendeya hilbijartian li Kerkûkê diyar kir ku, mijara Kerkûkê tenê ne vekirina navendane, belku ev mijar mijareke cidiye û pêdiviya xwe bi çareseriyeke bingehîn heye.

Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku, lazime di çarçoveya destûra Îraqê de çareserî ji kêşeyên heyî re bi taybetî kêşeya Kerkûk û madeya 140 ya destûra Îraqê re were dîtin.

Derbarê têkiliyên navbera Bexda û Hewlêrê de Barzanî diyar kir ku, niha têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê başin lê hin kêşe hene ku hîn jî nehatine çareserkirin û hêvî dikim ku piştî hilbijartinan bi diyalog û danûstandinê kêşeyên han werin çareserkirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.