Erbil 38°C Tuesday 19 Aug 21:03

Balefireke din ya Hûsiyan hate xistin

sîstema berevaniya esmanî ya Siûdiyeyê ev balefir xistiye erdê.
کوردستان TV
100%

Ji aliyê hevpeymaniya Erebî ve hatiye xistin.

Hevpeymaniya Erebî ya dijî Hûsiyan yaku Siûdiye Serokatiya vê dike derbarê xistina balefireke bombekirî ya Hûsiyan ve daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin, ku çekdarên Hûsî yên ku ji aliyê Îranê ve têne piştîvanîkirin, balefireke dorne ya bombekirî amade û bo teqandinê bo Siûdiyeyê şandine, lê hevpeymaniya Erebî kariye ev balefira han ya bombekirî bixe erdê.

Li gor daxuyaniya hevpeymaniya Erebî, ev balefira bombekirî li başûrê rojavayê Siûdiyeyê hatiye xistin.

Her çend heta niha Hûsî li ser mijarê ti daxuyanî nedane lê hevpeymaniya erebî diyar kiriye ku ev balefira han ji aliyê sîstema berevaniya esmanî ya Siûdiyeyê ve hatiye xistin.

N: E. G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.