Erbil 38°C Tuesday 19 Aug 21:04

Nêçîrvan Barzanî bo Bengeladeşê hate vexandin

dibêje lazime Bengeladeş Konsulusxaneya xwe li Hewlêrê veke.
کوردستان TV
100%

Serokê herêmê li gel balyozê nû yê Bengeladeşê civiya.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê nû yê Bengeledeşê yê li Bexdayê Mihemed Fezil Elbarî û şandeke pê re kir.

Di civînê de Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jiber destbikar bûna wî weke balyozê nû yê Bengeladeşê li Îraqê pîrozbayî li Mihemed Fezil Elbarî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest û tekez li ser xwesteke Kurdistan û Îraqê ya bo pêşde birina têkiliyên xwe yên li gel Bengeladeşê kir.

Di berdewamiya civînê de balyozê nû yê Bengeladeşê jî silav û rêzên Serokê welatê xwe gehande Nêçîrvan Barzanî û ragihand ku Serokê Bengeladeşê bi fermî Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo serdana Bengeledeşê vexwandiye.

Mihemed Fezil Elbarî spasiya hikûmet û xelkê Kurdistanê jî kir bo hevkarî û nizîkatiyên wan yên baş li hember karkerên Bengeladeşî li Kurdistanê de û tekez li ser xwesteke welatê xwe ya bo pêşde birina têkiliyan li gel Kurdistanê bi taybetî di warê bazirganî de diyar kir.

Rewşa Îraq, hilbijartinên Îraqê, rewşa penaberan li Kurdistanê de û pêdiviya vekirina Konsulusxaneya Bengeladeşê li Hewlêrê mijarên din yên civînê bûn.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.