Beriya niha rêkeftinek bo normal kirina têkiliyên xwe îmze kiribûn.
Li gor çapemeniya Îsraîlê îro bo cara yekem piştî îmzekirina rêkeftina normal kirina têkiliyên navbera Îsraîl û Behreyinê, wezîrê derve yê Îsraîlê Yair Lapid serdana Menameya Paytexta Behreyinê kiriye û ji aliyê wezîrê derve yê vê welatî ve hatiye pêşwazîkirin.
Biryare di çarçoveya serdana han de wezîrê derve yê Îsraîlê li gel rayedarên Behreyinê bicive û di civîn û hevdîtinan de behsa têkiliyên navbera her du welatan û çawetiya bihêztir kirina wan têkiliyan bike.
Herwiha Yair Lapid vê balyozxaneya Îsraîlê ya li Mename jî bi fermî veke.
Weke tê zanîn Behreyin yek ji wan welatên erebiye ku di destpêka îsal de rêkeftina normal kirina têkiliyan li gel Îsraîlê îmze kiribû.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin