Erbil 38°C Wednesday 20 Aug 07:03

Amerîka berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Kurdistanê

behsa rewşa giştî ya Îraq û deverê hate kirin.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr li gel şandeke Amerîkî civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke Amerîkî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de li ser hesabê xwe yê fermî wisa nivîsandiye;

Îro pêncşem 30ê Îlona 2021an me pêşwaziya şandeke Amerîkî bi Serokatiya Cîgira alîkarê wezîrê derve yê karûbarê  Îraq û Îranê Jennifer Gavito kir.

Di civînê de ku Konsulusê giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Rob Waller jî têde beşdar bû, me nîqaş li ser rewşa Îraqê û têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û Amerîkayê kir.

Cîgira alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê Jennifer Gavito behsa pêgeha girîng û taybet ya herêma Kurdistanê bo Amerîkayê kir û ragihand ku Amerîka giringî dide têkiliyên xwe yên li gel herêma Kurdistanê û serdana han jî bo dubare kirina piştîvaniya Amerîkayê ye bo herêma Kurdistanê.

Di berdewamiya civînê de me jî spasiya piştîvaniyên berdewam yên Amerîkayê yên bo herêmê kir û bi awayeke kurt jî behsa prosesa reforman ya hikûmeta herêma Kurdistanê di tevahiya waran de û herwiha hewldanên heyî yên bo zêde kirina çavkaniyên dahatê û ji nûve awa kirina jêrxaneke bihêz ya abûrî kir.

Hêlbijartinên Îraqê û diyaloga steratejîkî ya di navbera Îraq û Amerîkayê û rûbirû bûna gefên terorê çend mijarên din yên civînê bûn.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.