Serokwezîrê Kurdistanê li gel Konsulusê Franseyê civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulusê giştî yê Franseyê yê li Hewlêrê kir û piştî bi dawî hatina civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe derbarê naveroka civînê de wisa nivîsandiye:
Îro pêncşem 30ê Îlona 2021an me pêşwaziya Konsulusê giştî yê Franseyê yê li herêma Kurdistanê Olivier Decottignies kir.
Di civînê de Konsulusê giştî yê Franseyê nameyeke Serokê Franseyê Emmanuel Macron gehande me.
Di nameya han de Emmanuel Macrok, rêzdariya xwe bo pêşwaziya gerim ku di dema serdana xwe de bo Hewlêrê jê hatibû kirin, diyar kiriye.
Di beşeke din ya nameya han de Macron besa vê yekê kiriye ku di navbera Franse û hikûmeta herêma Kurdistanê de têkiliyên kevnar û bêhema hene û lazime di asteke bilind de werin ragirtin.
Serokê Franseyê herwiha behsa vê yekê jî kiriye ku Franse berdewam dibe li ser pêbendiyên xwe li gel herêma Kurdistanê ya bo dijî terorê û di berejwendiya pere pêdana abûrî û civakî.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin