Li Tirkiyeyê tenê du bajar xwedan hevayeke paqêjin.
Platforma mafê hevayê paqêj ya li Tirkiyeyê raportek derbarê qirêjî û paqêjiya hevayê de belav kiriye.
Di raporta han de yaku taybete bi sala 2021an û bandora qirêjiya hevayê li ser rweşa tendirostî, hatiye nivîsandin ku hevaya li Tirkiyeyê gelek qirêj bûye û li gelek bajarên Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê, welatî hevayê qirêj dimijin.
Di beşeke din ya raportê de hatiye diyarkirin ku qirêjiya hevayê li Tirkiyeyê bûye kêşeyeke mezin ku heta niha nehatiye çareserkirin û aliyên têkildar jî bo çareserkirinê ti gav neavêtine.
Di berdewamiya raportê de hatiye diyarkirin ku li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê tendê du bajêr xwedan hevayeke paqêjin ku ev jî Bedlîs û Colemêrgin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin