Erbil 38°C Wednesday 20 Aug 07:05

Hêzeke ser bi PKK rê li ber şanda PDK girt

pkk rê nedaye Cîgirê Parêzgarê Nînovayê jî.
کوردستان TV
100%

Rê nade biçe Şingalê.

Îro biryar bû şandeke partiya demorkata Kurdistanê bo karûbarên hilbijartinan serdana devera Şingal û Sinûnê bike lê ji aliyê hêzeke ser bi PKKê ve hatiye astengkirin.

Di vê derbarê de berpirsê şaxê 17an ya PDKê ya li Şingalê Aştî Koçer ragihand ku îro danê sibê Berbijêrên PDK li gel berpirsê propagendeya deşta Nînovayê ya PDKê Cefer Îmînkî xwestine biçin devera Şingalê bo karûbarên hilbijartinan, lê hêzên ser bi pkkê rê nedaye şanda PDKê.

Aştî Koçer herwiha ragihand ku Cîgirê parêzgarê Nînovayê jî ku Kurd her îro xwestiye biçe deverê lê hêzên pkkê rê nedane wî jî.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.