Behsa rola oldarên Kurdistanê hatiye kirin.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Oldarê navdar yê Kurdistanê civiya û piştî civînê jî derbarê naveroka civînê de li ser hesabê xwe yê fermî wisa nivîsand;
Îro şemî 2ê Cotmeha 2021an me pêşwaziya Dr. Ebduletîf kir.
Di civînê de me behsa girîngiya rola zanayên olî li Kurdistanê de bo berevanî kirin ji pirs û mijarên nîştimanî û red kirina hizra tundreviyê û pêşde birina çanda bihevre jiyana aştiyane di navbera pêkhateyên cuda yên herêma Kurdistanê de kir.
Di civînê de me tekez li ser vê yekê kir ku lazime zanayên olî rola xwe ya erênî bo hişiyar kirina civakê, belav kirina peyama aştîxwazî , lêbûrînê û berevanî kirin ji destkeftên gelê Kurdistanê û parastina aştiya civakî bilîzin.
Dr, Ebduletîf Ehmed jî hijmarek pêşniyarên sûdmend bo berejwendiyên giştî û zimet kirina ol û civakê pêşkêş kir.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin