Erbil 38°C Wednesday 20 Aug 16:15

NY: Berbijêr azadin li her derê propagende bikin

hêzên pkk rêgirî li şanda PDKê kiribûn.
کوردستان TV
100%

Derbarê pêşî girtin ji berbijêrên PDKê de daxuyanî daye.

Nunera Netewên Yekgirtî ya li Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert derbarê bûyera pêşî girtin ji Berbijêrên partiya demokrata Kurdistanê, ji aliyê hêzên ser bi PKKê ve li Şingalê daxuyaniyeke çapemeniyê da û ev bûyera han mehkûm kir.

Nunera Netewên Yekgirtî ya li Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert ragihand ku lazime Bexda û Hewlêr hewl bo normal kirina rewşê bidin û bûyera pêşî girtin ji berbijêran jî bo çûyîna bo Şingalê kareke nexwestiye em vê yekê bi tundî şermezar dikin û lazime Berbijê azad bin bikaribûn li kûderê û kengî bixwazin propagende bikin.

Nav hatî diyar kiriye ku erkê wan weke NY û tîmên çavdêriyê ewe ku rê nedin di hilbijartinan de bi taybetî li Kerkûk û deverên din de sextekarî were kirin.

Hêjayê gotinê ye ku duhê komeke ser bi YPŞ li Şingalê rê nedabûn şanda Berbijêrên PDKê daku biçin Şingalê û propagende bo xwe bikin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.