Ji aliyê komên çekdar yên Tirkiyeyê ve hatine revandin.
Li gor zaniyariyên berdest, duhê komên çekdar yên ser bi artêşa Tirkiyeyê, li Efrînê 3 welatiyên din yên Kurd revandine.
Zaniyariyên ji herêmê qala vê yekê dikin ku duhê li devera Şêrawa ya ser bi Efrînê koma çekdar ya bi navê Elhemzat, sê welatiyên medenî yên Kurd revandine û bo cîheke nediyar veguhastine.
Heta niha çarenivîsa welatiyên revandî nediyare lê tê payîn ku weke hertim, komên cîhadî bo azadkirina wan welatiyan daxwaze pereyan ji kesûkarên wan bikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin