Erbil 38°C Wednesday 20 Aug 16:15

NY: Lazime qirîza avê li Rojavayê were çareser kirin

dibêje bo çareseriya qirîzê pêdivî bi 251miliyon dolaran heye.
کوردستان TV
100%

Dibêje zêdetir ji 5 miliyon kes rastî kêşeyên mezin hatine.

Peyvdarê Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî Stephane Dujarric di konferaseke çapemenî de yaku li New Yorkê lidar xistiye, behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê û qirîza avê ya li herêmê de kiriye.

Peyvdarê Sekreretê giştî yê NY Stephane Dujarric diyar kiriye ku jiber qut kirina ava Rojava û Bakûrê Sûriyeyê ji aliyê Tirkiyeyê ve, ev herêm rastî qirîzeke mezin ya bê aviyê hatiye û jiber vê yekê jî jiyana zêdetir ji 5 miliyon şêniyên herêmê ketiye metirsiyê.

Stephane Dujarric daxwaz kiriye daku kêşeya avê bilez were çareserkirin jiber ku berdewamiya qirîza han vê zirarên mezin bigehîne deverê û şêniyên deverê.

Nav hatî diyar kiriye ku bo çareser kirina qirîza han pêdivî bi 251 miliyon dolaran heye.

Weke tê zanîn rejîma Tirkiyeyê bo ku zextê li Kurdên Rojavayê Kurdistanê bike ava ku ji Bakûr diherêke bo Rojavayê qut kiriye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.