Erbil 38°C Wednesday 20 Aug 21:24

Serokwezîr sayloya Kelarê vekir

ji bilî sayloyê 19 projeyên din li deverê de têne vekirin.
کوردستان TV
100%

Îro serdana îdareya Gerimiyanê kiribû.

Di çarçoveya serdana xwe ya bo îdareya serbixwe ya devera Gerimiyanê de, Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî civîna li gel rayedarên îdareya Gerimiyanê, beşdarî di merasima vekirina projeya sayloya Kelarê kir.

Projeya sayloyê, berdewamiya wan zincîra projeyane ku hikûmeta Kurdistanê bo girîngîdan bi berhemên Cotkarên navxweyî li seraserê Kurdistanê vekiriye.

Her di çarçoveya projeya han de çend kargehên curbicur jî têne vekirin.

Sayloya ku li Kelarê tê vekirin dikare 40 hezar ton genim bi qasî 5 salan hilgire û herwiha dikare cureya geniman jî diyar bike. Bo çê kirina han 21 miliyar dînar hatiye xerckirin.

Di merasima vekirina sayloyê de Serokwezîr gotarek pêşkêş kir û spasiya xelkê devera Gerimiyanê kir û ragihand ku hikûmeta herêma Kurdistanê bêyî cudatî berdewam dibe li ser xizmet kirina xelkê Kurdistanê û projeyên xizmetgozarî û steratejîkî bêyî cudatî li seraserê Kurdistanê têne cîhbicîhkirin jiber ku hikûmeta Kurdistanê dixwaze xizmetgozarî bigehîne seraserê Kurdistanê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha eşkere kirk u vekirina sayloya han pêngaveke girînge bo hevkarî kirina Cotkarên Kurd û girîngî dan bi berhemên navxweyî û bi vekirina sayloyê, Cotkarên deverê bi asanî dikarin berhemên xwe bigehînin bazarê.

Mesrûr Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku, vekirina projeyên han, li Kurdistanê de, pêngaveke girînge bo dabîn kirina asayîşa xwerakê li Kurdistanê de. Herwiha vekirina projeyên han dibin sedema ava kirina jêrxaneke bihêz ya abûrî jiber ku kerta çandiniyê di vejandina abûriya welat de xwedan roleke gelek girînge.

Mesrûr Barzanî diyar kir ku, îro beriya ku ez werim wir, li gel rayedarên îdareya serbixwe ya Gerimiyanê civiyam û behsa kêşeyên deverê kir û ragihandin ku gelek xizmetgozariyên seretayî li deverê nehatine cîhbicîhkirin, û ev bi vê yekê dilgiran bûm ku çima heta niha wan projeyên han liwir nehatine cîhbicîhkirin, bi taybetî di warê xizmetgozarî de, lazime hikûmet bêyî cudatî kar bike daku xizmeteke baştir pêşkêşî welatiyan bike.

Serokwezîr herwiha diyar kir ku, hikûmet hewl dide daku deriyên sînorî yên deverê jî bixe xizmeta xelkê wan deveran û nabe deriyên sînorî ji derveya desthilata hikûmetê de bin.

Barzanî eşkere kir ku, bo cîhbicîh kirina 19 projeyên din li Gerimiyanê de bi qasî 16 miliyar dînar dabîn kirine.

Mesrûr Barzanî di berdewamiya gotara xwe de diyar kir ku, beşeke sînorên Gerimiyanê dikevin bi desthilatê hikûmeta fedralî, û lazime şerê vê yekê jî li parlementoya Îraqê were kirin bo vê yekê lazime kesên ku weke nûnerên vê deverê diçin parlementoya Îraqê şer bo bidest xistina mafên xelkê bikin bi taybetî xelkê vê deverê ku rastî gelek karesatan hatiye, lazime şer bo cîhbicîh kirina madeya 140 ya destûra Îraqê bikin û xizmeta xelkê bikin.

Mesrûr Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku, li parlementoya Îraqê de, me pêdivî bi nûner û kesên bihêz û dilsoz heye û hîn jî şerê DIŞIê dijî û Koronayê jî maye lewre daxwaz ji xelkê dikim di her warî de xwe biparêze û hevkariya hikûmetê bike.

N: E. G

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.