Erbil 38°C Wednesday 20 Aug 21:43

Prosesa dengdanê bidawî hat

di nava 24 seatan de encam têne ragihandin.
کوردستان TV
100%

Seat 6ê êwarê amûrên dengdanê hatin vemirandin.

Îro li seraserê Kurdistan û Îraqê de, prosesa dengdanê di seat 7ê sibê de destpê kir û seat 6ê êwarê bi vemirandina amûrên dengdanê prosesa dengdanê bi dawî hat.

Her çend di danê sibê de kêşeyên curbicur di amûrên dengdanê de bi taybetî amûrên xwendina kartên dengderan de kêşe hebûn, lê piştî nîvroyê heta astekê ev kêşe hatin çareserkirin.

Li gor komîsyonê rêjeya beşdarî kirin di hilbijartinên vê carê de hinek kêm bûye.

Ji bilî êrîşa ku li Diyalayê pêk hatibû û di encam de kesek canê xwe ji dest dabû û yek jî birîndar bibû, ti kêşeyeke din çê nebibû.

Komîsyon diyar kiriye ku piştî 24 seatan vê encamên hilbijartinan werin ragihandin.

Weke tê zanîn sala derbasbûyî hikûmeta Îraqê biryara hilbijartinên pêşwext dabû.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.