Erbil 38°C Thursday 21 Aug 04:25

Li Libnanê teqîneke mezin çê bû

zirarên canî yên teqînê nayên zanîn.
کوردستان TV
100%

Teqîn îro danê sibê li rafîneyeke petrolê de çê bûye.

Li gor jêderên nûçeyan îro danê sibê li rafîneyeke petrolê de teqîneke mezin çê bûye.

Teqîn di rafîneya  herî mezin ya Libnanê ya bi navê Zehranî ya li Başûrê vê welatî pêk hatiye û hêzên ewlekarî jî şêniyên deverê ji cîhên nêzî bûyerê derxistine.

Heta niha ti zaniyarî li ser kuştî anjî birîndarên teqînê nehatine belavkirin.

Weke tê zanîn Libnan jiber teqîna mezin ya bendera Beyrûtê yaku di tebaxa 2020an de çê bibû, niha rastî qirîzeke mezin ya petrol û elektirîkê hatiye.

N: E. G

 

 

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.