Erbil 38°C Thursday 21 Aug 02:52

Huşiyar Zêbarî: PDK aliyeke sereke ya pêkanîna hikûmetê ye

dibêje gelek alî daxwaza hevdîtinê li gel PDKê kirine.
کوردستان TV
100%

Li ser asta Kurdistanê bûye yekem.

Endamê mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê Huşiyar Zêbarî ragihand ku bo pêk anîna hikûmeta nû ya Îraqê PDK aliyeke sereke ya pêkanîna hikûmetê ye.

Huşiyar Zêbarî eskere  kir ku, piştî bi dawî hatina hilbijartinan û ragihandina encamên hilbijartinan bi sedan aliyên din yên Îraqî û Kurdistanê derbarê ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê de peywendî bi PDKê ve kirine.

Zêbarî eşkere kiriye ku eger herêma Kurdistanê nebûba vê prosesa hilbijartinê serkeftî nedibû û piştî ragihandina encamên hilbijartinan, bi sedan têkilî li gel PDKê hatine danîn û daxwaza hevdîtinan bo pêk anîna hikûmeta nû ya Îraqê daxwaza civînan li rayedarên PDKê hatiye kirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.