Pdk 28 doz vekiriye.
Duhê encamên seretayî yên hilbijartinên pêşwext yên parlementoya Îraqê bi awayeke beş bi beş hatin ragihandin.
Li gor encamên seretayî yên hilbijartinan, partiya demorkrata Kurdistanê zêdetir ji 32 korsiyan bidest aniye û li ser astê Kurdistanê bûye yekem û li ser astê Îraqê jî piştî tevgera Sedir bûye duyem.
Di vê derbarê de berpirsê beşî qanûnî yê karûbarên hilbijartinan ya PDKê Hawer Mihemed ragihand ku PDK li ser encamên hilbijartinan li Silêmanî, Nînova û Kerkûkê bi giştî 28 doz vekiriye vê îro şandeke PDKê jî bo gehandina dozên han bo komîsyona bilind ya hilbijartinan vê serdana Bexdayê bike.
N: E.G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin