Rewşa Kerkûkê aloze.
Piştî aheng û merasîmên pîrozbayî yên bo serkeftina partiya demorkata Kurdistanê, li bajarê Kerkûkê, hêzên Îraqî êrîşî ser welatiyên Kurd kirin.
Peyamnêrê Kurdistantv yê li Kerkûkê ragihand ku duhê bi şev hêzên Îraqî û çekdarên heşda şebî, êrîşî ser taxên Kurdan li Kerkûkê kirine, bi sedan welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlekarî yên Îraqê û çekdarên heşda şebî ve bi hinceta beşdarî kirin di aheng û merasîmên pîrozbayî de hatine girtin.
Hêzên artêşa Îraqê ji duhê ve dest bi operasiyonên serda girtina malan kirine û bi sedan ciwanên Kurd ku endam û alîgirên partiya demorkata Kurdistanê ne, binçav kirine.
Îraq tank û zirepuş daxistiye kolanan li taxên Kurdî, çarenivîsa girtiyan nediyare.
Peyamnêrê me herwiha diyar kir ku, niha tevahiya taxên Kurdî li Kerkûkê hatine dorpêçkirin û kes nikare ji malên xwe derveke.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin