Bi gule havenan êrîşî gundê hatiye kirin.
Efserek ji artêşa Îraqê ragihandiye ku şeva derbasbûyî, bi gule havenan êrîşî ser gundê Şokrîm ya li qezaya Mêqdadiye ser bi parêzgeha Diyalayê hatiye kirin.
Ev Efserê han diyar kiriye ku di encama êrîşa han de 3 gule haven ber gundê ketine û ti zirareke canî ya êrîşê nebûye.
Efserê ku nexwestiye navê xwe eşkere bike diyar kiriye ku ev gundê han, gundee suneyane û ev cara sêyeme ku di nava 48 seatan de êrîşî vê tê kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin