Zêdetir ji 600 kesên din bi Koronayê ketin

25 berketî jî canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Amarên nû yên Koronayê hatin belavkirin.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî, di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî 643 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Hewlêrê ye ku 317 kese.

Wezaretê herwiha diyar kiriye ku di nava heman demê de hezar û 35 berketiyên berê jî baş bûne û 25 berketî jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.