Di peyamê de sersaxî daye Serokwezîr û malbetên pêşmergeyên şehîd.
Wezîrê dewlet yê Brîtanyayê yê bo karûbarên Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê James Cleverly nameyek bo Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî şandiye.
Di nameya han de James Cleverly jiber şehîd bûna du pêşmergeyan di êrîşa DIŞIê de li Pirdê, sersaxî daye Serokwezîr û malbetên şehîdan.
Nav hatî di peyama xwe de nivîsandiye; Mixabin nûçeya şehîd bûna du pêşmergeyan di encama êrîşeke terorîstên DIŞIê de gehêşte me, hevxemiya xwe bo malbetên pêşmergeyên şehîd diyar dikim.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin