Behsa pere pêdana têkiliyan kirin.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Belarus yê li Îraqê kir û piştî bi dawî hatina civînê jî Serokwezîr derbarê nveroka civînê de wisa nivîsand:
Îro duşem 1ê Mijdara 2021an me pêşwaziya balyozê Belarus li Îraqê Victor Reback kir.
Di civînê de me behsa pere pêdana têkiliyên navbera her du aliyan û rewşa Penaberan li Belarusê nîqaş kir.
Di berdewamiya civînê de me tekez li ser girîngiya hebûna hemahengî û têkiliyan bo çareser kirina kêşeyên wan welatiyên herêma Kurdistanê yên ku serdana Belarusê dikin li gor zagonên navnetewî û pêşî girtin ji sefer û koç kirinê jî kir.
Balyozê Belarusê jî amadebûna welatê xwe bo hemahengî kirin û pere pêdana têkiliyan li gel hikûmeta herêma Kurdistanê diyar kir.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin