Serokwezîr li gel şandeke Amerîkî civiya

tekez li ser berdewamiya piştîvanî kirina hêzên pêşmerge hate kirin.
کوردستان TV
100%

Behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Amerîkayê hate kirin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke balyozxaneya Amerîkayê kir û piştî bi dawî hatina civînê, Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro duşem 1ê Mijdara 2021an me pêşwaziya şandeke bilind ya balyozxaneya Amerîkayê yê li Îraqê bi Serokatiya Cîgirê balyoz Gregory D. LoGerfo kir.

Di civînê de ku Konsulusê giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Robert Palledino jî têde beşdar bû, me giftûgo derbarê rewşa giştî ya Îraq ya piştî serkeftina hilbijartinên parlementoyê û pere pêdana têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û Amerîkayê kir.

Reformên hikûmeta herêma Kurdistanê û girîngiya berdewam bûna piştîvanî û hevkarî kirina hêzên pêşmerge bo rûbirû bûna terorîstên DIŞIê û pere pêdana hêlbirîna kompaniyên Amerîkî li herêma Kurdistanê de mijarên din  yên civînê bûn.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.