HC: Hevkarî û hevbeşiya me li gel Pêşmerge berdewam dibe

dibêje pêşmerge hevpeymanên me yên serekene.
کوردستان TV
100%

Dibêje Pêşmerge hevpeymanê me yê serekî di şerê dijî terorê deye.

Hevpeymaniya cîhanî jiber şehîd bûna du pêşmergeyan di êrîşeke terorîstên DIŞIê li sînorê Pirdê de, peyameke sersaxî daye wezareta pêşmerge û malbeta şehîdan.

Di peyama sersaxî ya hevpeymaniya cîhanî de behsa vê yekê hatiye kirin ku hêzên pêşmerge hevpeymanên herî serekî yên hevpeymaniya cîhanî ne di şerê dijî terorîstên DIŞIê de lewre vê hevkarî û hevbeşiya navbera hêzên pêşmerge û hevpeymaniya cîhanî bo rûbirû bûna terorîstên DIŞI berdewam be.

Weke tê zanîn beriya çar rojan li sînorê Pirdê terorîstên DIŞIê êrîşî ser hêzên pêşmerge kiribûn û 2 pêşmerge canê xwe ji dest dabûn.

N: E.G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.