Hijmare terorîstên DIŞIê li sê parêzgehên Îraqê hat eşkere kirin

dibêje rewşa wan deveran her ku diçe aloztir dibe.
کوردستان TV
100%

Dibêje li 3 parêzgehên Îraqê zêdetir ji hezar terorîst hene.

Parêzgarê Diyalayê dibêje ku li sînorên 3 parêzgehên Îraqê de zêdetir ji hezar terorîstên DIŞIê hene.

Parêzgarê Diyalayê Musena Temîmî di daxuyaniyeke çapemenî de diyar kir ku, piştî êrîşên terorîstên DIŞIê bo ser şêniyên gundên devera Mêqdadiye ya ser bi Şarebanê, hijmareke zêde ji gundiyan, gundên xwe vala kirine û berê xwe dane deverên din.

Musena Temîmî herwiha eşkere kiriye ku rewşa wan deveran aloze û tirs û fikar li cem şêniyên wan deveran rojbiroj zêdetir dibin.

Nav hatî eşkere kiriye ku li gor zaniyariyên ku di destê wan dene, niha li sînorên 3 parêzgehên Îraqê ( Kerkûk, Diyala û Selahedîn) zêdetir ji 1000 terorîstên DIŞIê hene.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.