Pêmerge bersifa êrîşa terorîstan da

pêşmerge êrîşên DIŞI pûç kiriye.
کوردستان TV
100%

Êrîşên terorîstên DIŞIê hatine pûçkirin.

Ev çend roje terorîstên DIŞIê dest bi êrîşên xwe yên li dijî hêzên pêşmerge kirine.

Wezareta pêşmerge ya hikûmeta Kurdistanê ragihand ku duhê bi şev li mihwera Germesêr terorîstên DIŞIê êrîşî ser çeperên hêzên pêşmerge kirine.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku hêzên pêşmerge karîne bilez û bi dijwarî bersifa êrîşa terorîstan bidin û êrîşên han pûç bikin.

Weke tê zanîn di wan hefteyên dawî de ev sêyemîn care ku terorîstên DIŞIê êrîşî ser hêzên pêşmerge dikin.

Beriya du hefteyan jî li Pirdê terorîstên DIŞIê êrîşî ser hêzên pêşmerge kiribûn û di encam de 2 pêşmerge şehîd ketibûn.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.