Liv û tevgerên leşkerî li Rojavayê zêde bûne

Rûsye û Amerîka dest bi dewriyên leşkerî kirine.
کوردستان TV
100%

Gefên Tirkiyeyê bo êrîş kirine ser rojavayê berdewamin.

Li gel berdewamiya gefên Tirkiyeyê bo êrîş kirine ser rojavayê Kurdistanê, liv û tevgerên leşkerî li deverê de zêde bûne.

Ji aliyekê ve Tirkiye û komên cîhadî yên Tirkiyeyê amadekariyên xwe bo operasiyonan dikin û ji aliyeke din ve jî HSD, Amerîka, Rûsye û rejîm jî amadekariyên xwe didomînin.

Di vê çarçoveyê de hate diyarkirin ku ev çend roje li bajarê Hesekê liv û tevgerên leşkerî gelek zêde bûne, hêzên esmanî yên Rûsyeyê geştên esmanî dikin û hêzên leşkerî yên Amerîkî jî geştên bejahî li derdorê bajarê dikin.

Beriya niha Amerîka û Rûsye li Qamîşlo jî amadekariyên xwe kiribûn û Rûsye 40 balefirên şer şandibû Qamîşlo û Amerîka jî  hêzeke zêde ya leşkerî şandibû deverê.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.