Di civînê de behsa têkoşîna Beşkçî hatiye kirin.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Nivîskar û civaknas Îsmaîl Beşikçî kir û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro şemî 6ê Mijdara 2021an me pêşwaziya civaknas û nivîskarê navdar yê Tirk Dr, Îsmaîl Beşikçî û şandeke pê re kir.
Di civînê de rixmî bilind nirxandina xebat û têkoşîna Beşikçî ji bo berevanî kirin ji gelê Kurdistan û doza reva ya Kurd, bi rêzdarî ve me behsa helwest, nivîsîn û berhemên Beşikçî kir ku, bi rêya lêkolînan ve û bi şêwzeke zanistî û akademîkî, berevanî ji mafên gelê Kurd û gelên din yên stemlêkirî kiriye.
Dr Îsmaîl Beşikçî jî tekez li ser girîngiya kar kirin li ser perwerde û girîngîdan bi pirs û babetên nîştimanî û çareser kirina pirsa Kurd li deverê b awayeke aştiyane û dadmend kir.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin