Dibêje êrîşa han hewldane bo vegerandina aloziyan bo Îraqê.
Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir derbarê êrîşa îro ya bo ser mala Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî peyamek weşand.
Muqteda Sedir di peyama xwe de bi tundî êrîşa han mehkûm kiriye û ragihandiye ku êrîşa han raste rast êrîşe bo ser Îraq û gelê Îraqê.
Sedir diyar kiriye ku ev êrîş hewldaneke bo vegerandina Îraqê bo serdema alozî û nakokiyan.
Nav hatî diyar kiriye ku ev êrîş, êrîşeke terorîstiye ku bilindtirîn cîh û kesê Îraqê kiriye armanc û nîşaneyeke nebaşe bo Îraq û gelê Îraqê.
Weke tê zanîn îro danê sibê bi dorneyan êrîşî ser mala Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî hate kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin