Wezareta navxwe derbarê êrîşa ser mala Kazimî de daxuyanî da.
Wezareta navxwe ya Îraqê derbarê êrîşa îro danê sibê ya bo ser mala Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî de daxuyanî da.
Wezareta navxwe ya Îraqê diyar kiriye ku bi sê dorneyan êrîşî ser mala Mistefa Kazimî hatiye kirin û niha çend tîmên lêkolînê li ser êrîşa han hatine damezrandin û hewl tê dayîn daku bizanîn kê/ kî anjî çi aliyek êrîşa han pêk aniye.
Wezaretê diyar kiriye ku du ji wan balefiran hatine xistin û balefireke din jî êrîş pêk aniye û di encama êrîşê de hijmarek zirêvanên Serokwezîr birîndar bûne û niha li nexweşxaneyê têne çareserkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin