Li bakûrê Îranê erdên wan dagîr dike.
Li gor çapemeniya Îranî beriya çend rojan hêzên ewlekarî yên rejîma Îranê li devera Rewşenko ya li bajarê Sarî ya li Bakûrê Îranê, êrîşî ser welatiyên Behayî kirine û xaniyên wan hilweşandine.
Li gor nûçeyên çapemeniyê, duhê jî hêzên ewlekarî bi fermana rejîma Îranê dest bi prosesa dagîr kirina erd û zeviyên wan yên çandiniyê kirine.
Şêniyên Behayî yên deverê jî dest bi xwepîşandanan li dijî ev pêngava rejîma Îranê kirine lê hêzên ewlekarî jî bi tundî êrîşî ser wan kirine.
Weke tê zanîn li Îranê kemenetewên olî û etnîkî di bin zextên dijwar yên rejîmê dene û rojane maf û azadiyên wan têne binpêkirin.
Bo dîtina dêmenan vê lînka han bitekînin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin