Duhê aliyên şîe civiya bûn û di civînê de li ser çend xalan lihev kiribûn.
Li gor zaniyariyên berdest, duhê bi şev aliyên şîe yên Îraqê li Bexdayê civiyan û di civînê de behsa rewşa niha ya Îraqê û hewldanên heyî yên bo aram kirina rewşê kirine.
Di civînê de bi berfirehî nîqaş li ser êrîş kirine ser mala Serokwezîr Mistefa Kazimî hatiye kirin û aliyên şîe bi mercê ku ev kesên ku êrîşî ser xwepîşanderan kirine, werin darizandin, razî bûne 3 kesên ser bi komên çekdar yên heşda şebî û destê wan di êrîşa ser mala Kazimî de heye, radestî hikûmetê bikin.
Her çend heta niha hikûmeta Îraqê li ser vê mijarê ti daxuyaniyeke fermî nedaye lê tê gotin ku aliyên şîe bo aram kirina rewşa heyî li ser vê mijarê lihev kirine.
Weke tê zanîn roja yekşem bi sê dorneyan êrîşî ser mala Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî hatibû kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin