Îsraîl: Em amadekarî bo êrîşên dijî Îranê dikin

dibêje me bo vê yekê jî bûdce amade kiriye.
کوردستان TV
100%

Dibêje rê nadin ku Îran bibe xwedan çekên metirsîdar ku zirarê bidin Îsraîlê.

Serokerkanê giştî yê artêşa Îsraîlê Aviv Kochavi di gotareke xwe de behsa amadekariyên artêşa vê welatî li dijî Îranê kiriye.

Li gor nûçeyeke Tames of Îsrael, Serokerkanê giştî Aviv Kochavî di gotareke xwe de yaku li berdem komîteya têkiliyên derve li parlementoya Îsraîlê de pêşkêş kiriye, balkêşandiye ser amadekariyên artêşa Îsraîlê yên bo rûbirû bûna êrîş û metirsiyên Îranê û diyar kiriye ku artêşa Îsraîlê her cure amadekariyek bo rûbirû bûna êrîşên Îranê kiriye û bi ti awayî rê nade Îran bibe xwedan çekên etomî ku zirarên bidin Îsraîlê.

Kochavî herwiha diyar kiriye ku di amade kirina bûdceya 2022an ya artêşa Îsraîlê de, bo vê mebestê bûdcey hatiye diyarkirin û Îsraîl bi ti awayî rê nade ku Îran û hevpeymanên Îranê zirarê bidin serweriya leşkerî ya Îsraîlê.

N: E. G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.