Hevpeymaniya Fetih: Em boykota prosesa siyasî bikin

tenê 16 korsiiyên we hene di parlementoyê de.
کوردستان TV
100%

Yek ji hevpeymaniya mezin yên şîeyane.

Hevpeymaniya Fetih yaku Hadî Amerî Serokatiya vê dike û ji basikên siyasî yên çend komên çekdar yên şîe pêk hatiye ragihandiye ku vê boykota prosesa siyasiya Îraqê bike.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê hevpeymaniya han ve hatiye weşandin, eger komîsyona bilind ya hilbijartinan bi awayeke rast û şefaf venêrînê bo tevahiya dozên ku li ser encamên hilbijartinan hatine tomarkirin, neke vê demê hevpeymaniya Fetih bi temamî boykota prosesa siyasiya Îraqê dike.

Hevpeymaniya Fetih ku di hilbijartinên 2018an de 48 korsî bidest anî bû, di hilbijartinên Cotmeha 2021an de rastî şikesteke mezin hat û tenê 16 korsî bidest anî û ev yek jî bûye sedem ku ev hevpeymanî bêje sextekarî di hilbijartinan de hatiye kirn û dengên wan hatine dizîn.

Weke tê zanîn ev zêdetir ji 2 hefteye ku li Îraqê aloziyên siyasî zêde bûne, di destpêka vê hefteyê de jî bi dorneyan êrîşî ser mala Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî hatibû kirin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.