Barîna berfê jiyan asteng kir

geliya Jalaneyê jî hatiye girtin.
کوردستان TV
100%

Li piraniya bajarên Rojhilatê berf hatiye barîn.

Li gor jêderên nûçeyan ji Rojhilatê Kurdistanê di encama pêla berf û baran barîna ku di rojên derbasbûyî de Rojhilatê Kurdisanê daye berxwe, jiyan li gelek bajaran hatiye astengkirin.

Li gor nûçeyeke ÎRNAyê, di encama barîna berfa zêde li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê rêyên hatûçûyê hatine daxistin û rêya çend deveran jî hatine daxistin.

Hate zanîn ku tenê li bajarê Bîcarê jiber daxistina rêyan jiber berfê 300 tirimbîl mane asê.

Herwiha li geliya Jalane ya li Hewramanê ya li Rojhilatê Kurdistanê jiber zêde bûna berfê rêya sereke ya di navbera Hewraman û Merîwanê de hatiye daxistin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.